Em deklarasyona her du komxebatên pêşxistina zerengiyê yên ku di 4 û 5ê tebaxê de, li Wanê û di 1 û 2yê tîrmehê de li Êlihê hatine li dar xistin bi zimanê kurdî, tirkî û îngilîzî diweşînin. Ger ku hun jî tevlî nêrînên ku me di deklarasyonê de haniye ziman dibin û dixwazin saziya we di nav vê kampanyayê de cihê xwe bigre, hun dikarin bi riya e-nameya [email protected] dikarin bigihîjin me.
Em ji bo pêkanînên pêşverû an jî modelên alternatîf, li hemberî polîtîkayên navendî ya arizî kirina çavkanî û xizmetên avê derkevin holê û ji bo parvekirina agahiyan hatine cem hev. Em di wê baweriyê de ne ku, rêxistinbûyîna cîgayî(lokal), netewî û navnetewî û cihgirtina nav van rêxistinan de, hevkariya bi saziyên cîgayî ên ku bi pêkanîn û modelên pêşverû re derketine pêş, ji bo afirandina polîtikayên alternatîf ên avê re derfetan derdixîne holê. Em dibêjin ku, av heyberekî giştî ye û ji bo hemû zindiyan e. Ji bo pêşeroja hemû zindiyan jiyanî ye. Ji ber vê yekê em di wê baweriyê de ne ku nêzîkahiyeke tevdeyî divê û çavkaniyên avê divê bê parastin.
Di encama atolyeyên ku li wan û batmanê(êlihê) hatiye li dar xistin em dixwazin ev rêgezên jêr, bi raya giştî re par ve bikin:
– Av mafê bingehîn ya mirovan e. Ji ber ku heyberekî giştiye divê her kes têra xwe bi awayeke wekhev û biqalîte ji avê sûd wer bigire. Divê derfetên gihîştina kesên kêmavantaj ya av û agahiyên di derheqê avê de, bi feraseta cihêxwaziya erênî bê mîsoger(garantî) kirin.
– Divê di warê bikaranîna çavkaniyên avê de, bi modelên beşdarîxwaz û demokratîk, ferasetên tevdeyî bê tevgerîn. Divê bê pejirandin ku, av ji bo hemû zindiyan çavkaniya jiyanê ye. Ji ber vê yekê jî divê modelên rêveberiyên hawîrdorparêz(ekolojîk) û rêveberiyên ku mafê avê diparêzin, bên afirandin.
– Pêwîst e ku mafê avê, di nav mafê bingehîn ên makezagonê de cî bigire. Divê bê pejirandin ku mafê gihîştina avê peywira yekem ya dewletê ye û belavkirina avê divê wekî xizmeteke giştî bê pejirandin. Gihandina mirovan ya ava bi qelîte li gorî rêgeza dewleta civakî wekî armanc bên pejirandin û her kes bi têra xwe bigihê avê. Hemû zagon û pêkanînên ku mafê gihandina avê ya mirovan asteng dikin, divê ji holê bê rakirin.
– Divê zagona(qanûna) 4736an ya ku “Bihaya xizmet û malên ku ji hêla saziyên fermî ve tên hilberîn” diyar dike, rê dide ku rêveberiyên navendî û saziyên krediyê yên navnetewî bihayê avê diyar bikin. Ev zagona ku di heman demê de, rêveberiyên herêmî wekî saziyên bazirganiyê dibîne, hemwelatiyan jî wekî mişteriyan dihesibîne divê bê rakirin. Di heman demê de xala 23. ya ku li ser esasê karkirina ji avê hatiye saz kirin ya bi hejmara 2560an(Zagona ÎSKÎ’yê) divê bê rakirin.
– Ji ber ku di rêvebirina avê di asta yekem de berpirsiyar in, divê berpirsiyarî û rêveberiyên herêmî zêdetir bên rayedar kirin û ev rêveberî bên demokratîze û xweser kirin.
– Divê rêveberiyên herêmî ji bo karibin tesîsên avê bi rê ve bibin di warê hilberîna elektrîkê de bên rayedar kirin. Ger ku derfetên wan ên hilberîna elektrîkê tune bin jî bihaya erkeyê bê daxistin.
– Deverên avî ne li gorî sînorên rêveberî û polîtîk, divê li gorî sînorê xwezayî bên îdare kirin. Îdare û plansaziya deverên avî li gorî rewşên hawîrdorî, civakî û aboriyê di çarçoveya ekolojiya tevdeyî be. Ji bo rêveberiyên herêmî ên ku li deverên avê divê damezrandina derfetên yekîtiyên avê bên dayîn.
– Divê çavkaniyên avê di tekiliyên herêmî û navnetewî wekî hêmaneke serdestiyê neyê bi kar anîn. Divê dev ji projeyên wekî baraj, HES û hwd. ên ku dibin sedemên şer û pevçûnan bên berdan.
– Divê lîsansên bendav û HESan ên ku bi nêrîneke bazirganiyane hatine dayîn û di heman demê de, di warê ekolojîk, civakî û çandî de dibin sedema xerabkariyê bên betal kirin. Ji ber ku ev bendav û HES bêplansaziya deverê û bê tevlîbûna gel hatine amade kirin. Projeyên ku berdewam dikin divê bên sekinandin. Ji bo pêwîstiya erkeyê bê pêrgandin divê berhemdariya erkeyê bê zêde kirin û sexbêriya erkeyê bê kirin. Erkeyên tav, ba, jeotermal û erkeya pêlan ên ku nûbûna wan pêkan e divê di asta yekem de bê bi kar anîn.
– Divê av, di çaroçoveya ekolojî, mafên demokratîk û civakî de, bêyî ku bê arizî kirin, bi destê raya giştî bê rêvebirin. Divê mekanîzmayên tevlîbûna gel ya biryaran bên afirandin.
Em wekî saziyên ku bi van rêgezan(prensîban) tevdigerin, biryara me ew e ku em ê di Foruma Cihanî ya Alternatîf ya Avê de cih bigirin. Wekî tê zanîn ev forûm li hemberî 6. Forûma Avê ya Cihanî dê pêk were. Ji ber ku ev 6. Forûma Avê ya Cihanî a ku di sala 2012an de, dê pêk were, arizîkirina avê derdixînê pêş, ji bo bidestxistina mafê avê em banga hemû kes û saziyan dikin ku têkoşînê mezin bikin.
Saziyên Beşdarvan
Yekitiya Şaredariyên Başûrrojhilatê Anatoliyayê
Gerînendetiya Giştî Ya Kargêriya Av û Solînan A Şaredariya Mezin ya Amedê
Gerînendetiya Giştî Ya Kargêriya Av û Solînan ya Şaredariya Êlihê
Gerînendetiya Giştî Ya Kargêriya Av û Solînan ya Şaredariya Hekariyê
Şaredariya Dîkîliyê
Şaredariya Sûrê
Şaredariya Kerboranê
Şaredariya Dêrîkê
Şaredariya Kayapinarê
Şaredariya Qoserê
Şaredariya Êlihê
Şaredariya Sêrtê
Şaredariya Norşînê
Kampanyaya Mafê Avê
Komeleya Guherîna Civakî
Koma Çalakiya Cihanî
Koma Jîndarkirina Heskîfê
Komeleya Mafê Mirovan ya Şaxa Xarpêtê
Odeya Endezyarên Avadaniyê ya Şaxa Wanê
Odeya Endezyarên Jeolojiyê ya Şaxa Elihê
Odeya Mîmaran/Avahîsazan ya Şaxa Êlihê
Sendîkaya Tendurustî û Kedkarên Xizmet ên Civakî-Şaxa Amedê
Meclîsa Ciwanan ya Konseya Bajêr ya Diyarbekirê
Konseya Bajêr ya Wanê